
Kurdistanmedia: Tirkiye û Rûsyayê li ser 10 xalan rêkevtin û li gor rêkevtina wan, Hêzên (HSD) dê di heyama 150 demjimêran de heta 30 kîlometreyan paşve vekişe.
Hevdîtina Erdoxan û Pûtîn li derbarê Suriyê û êrişa Tirkiyê bo Rojava, bi dawî bû.
Serokê Rûsiyê diyar kir ku Rûsya, Tirk û Sûriyeyî bi hev re dê aştî û aramiya herêmê pêk bînin.
Parek ji Xalên rêkevtinê ev in:
- Yêkîtiya siyasî û xaka Sûriyê bê parastina.
- berngar bûna di gel terorê û valaderxistina hewlên cudaxwaziyê ji Sûriyê.
- Parêzgarî ji Serê Kaniyê û Girê Spî ku di çarçoveya operasyona Tirkiyê de bidest xistin.
- Polîsên Rûs û parêzvanên sînor ên Sûriyê, dê herîmên operasyonê dê ji bo 30 kîlometre dûrxistina YPGê kar bikin. Ev kar dê di nava 150 demjimêran de bê encamdan.
- Tevahiya endamên YPG tevî çekên xwe wê ji Minbic û Ti-Refhetê bêne derxistin.
- Dê kar bête kirin bo vegera bi dilxwaz û ewle ya koçberan.
- Di çarçoveya Astana û çalakkirina komîteya destûrê de, kar ji bo çareserkirina kêşa Sûriyê tê kirin.