Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sadiq Larîcanî: Gotina Zerîf weke xencerekê li ser dilê rêjîmê kar kiriye

17:10 - 20 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedîa: Sadiq Larîcanî serokê Dezgeha Qezayî ya rêjîmê li dijkiryarekê da, bersiva îdi`aya Mihemed Cewad zerîf Wezîrê Karûbarê Derve yê rêjîmê da.

Zerîf Wezîrê Derve yê rêjîmê li çend rojê derbasbûyî da basê gendeliya malî ya berpirsên rêjîmê kiribû.

Navbirî îdi`a kiribû ku belge hene ku parek ji berpirsan dest di spîkirina pere da hene, û bo eşkerekirina vê gotina xwe jî belgên hewce hene.

Li dijkiryarekê da Sadiq Larîcanî serokê Dezgeha Qezaî ya rêjîmê hate deng û got: Ev gotina Zerîf weke xencerekê li ser dilê rêjîmê kar kiriye.

Larîcanî herwisa got ku Zerîf bo îsbata vê îdi`aya xwe dibe ew belgên ku bas dike, eşkere bike.

Piştî dorpêçên Amerîka bo ser Îranê, ku rewşa abûrî ya welat xirab bûye, her kîjan ji deshilatdarên rêjîmê çi li dest wan bikeve talan dikin, û didizin, û rêjîm li tewawiyeta xwe da di nava gendeliyê da bat bûye, ev gotina Zerîf jî eyana vê rasiyê ye, lewma gotinên Larîcanî wek xencerekê bo ser dilê rêjîmê dihesibîne.