Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şah Ebdulla: Destêverdanên rejîma Îranê di welatên Erebî de berfirehtir bûne

11:24 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 24ê Tîrmehê, Rojnameya welatê Ordonê yê bi navê “El-Rayî” di hevpeyvînek ku digel “Şah Ebdulla” Şahê wî welatî encam dabû belavkir, di vê hevpeyvînê de “Şah Ebdulla” li derheq zêdebûna gef û destêverdanên rejîma Îranê hişdarî da û daxwaza avakirina sîstema berevaniya Erebî li hember gefên rejîma Îranê û girûpên girêdayî wê rejîmê kir.

Şahê “Ordon”ê dişdarî da ku, welatê wî digel êrîşên girûpên çekdar yên girêdayî rejîma Îranê li ser sînorê xwe rû bi rû ye.

Herwisa Şah “Ebdulla” tekezî kir ku karê qaçaxkirina madeyên hişber û çekan ji aliyê girûpên girêdayî rejîma Îranê ve, em digel birayên me kirine armanc û divê em di hizra sîstema berevanîkirina hevpar de bin.

Berê jî karbidestên payebilind yên welatên Erebî û Îsraîlê siyasetên destêverdanên rejîma Îranê rexne kiribûn û daxwaza pêkanîna hevpêymaniyekê kiribûn bon berxwedanî li hember gefên rejîma Îranê.