Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şahê Ordon : “Tenê rêya parastîbûn ji rejîma Îranê avakirina NATOya Rojhilata Navîn e”

13:18 - 25 Hezîran 2022

Şahê Ordonê, “Melk Ebdullahê Duyem” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “CNBC” ya Amerîkayê ragihandiye ku pêşewazî li projeya Amerîka bo avakirina hevpeymaniyek leşkerî ya wek “NATO” li Rojhilata Navîn dike.

Di dawiya meha Cozerdana îsal de, endamên du partiyên “Demokrat û Komarîxwaz” ên Sena û meclîsa Nûnerên Amerîkayê projeyek pêşkêş kiribûn ku armanca wê projeyê, bihevregirêdana sîstemên berevaniya esmanî ya welatên Rojhilata Navîn û Îsraîlê ye ku li hember gefên navkî, mûşekî û dironên rejîma Îranê û hêzên girêdayî wê rejîmê bisekinin.

Di wê projeyê de pêşniyar hatiye kirin ku “Pentagon” bi hevkariya “Îsraîl”, sîstema berevaniya welatên Erebî yên derdora kendavê bi sîstema berevaniya esmanî ya welatên “Misir, Ordon û Îraq” ê re girê bidin.

Şahê Ordonê tevî pêşewazîkirin li vê perojeyê gotiye ku hivîdar e ew proje bibe sedema avabûna “NATO”ya Rojhilata Navîn û rê li destêwerdan û êrîşên rejîma Îranê bê girtin û herwisa bibe sedema cihgîrbûna aramî û ewlehiya Rojhilata Navîn.