Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şahrodî mir

17:28 - 25 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Şahrodî serokê Konseya Diyarîkirina Berjewendiyên Nizamê di temenê 70 saliyê de mir.

Haşimiyê Şahrodî ku salek bû nexweş ketibû û nedikarî di civînên Konseya Diyarîkirina Berjewendiyên Nizamê û Konseya Çavdêriyê de beşdar be, serbarê hewleke zaf ya dukturan mir.  

Haşimî Şahrodiyê temen 70 salî li Necef a Îraqê de ji dayîk bibû, û kesekî kilîdî bû di çêkirina pêwendiyên di navbera rejîma Îranê û Şî`eyên Îraqê de.

Şahrodî di sala 1373`an de bibû endamê Konseya çavdêriyê (Şêvra Nigehban), û ji sala 1378`an pêde bo heyama deh salan serokê Dezgeha Qezayî bû.

Ew di sala 1396`an de bû serokê Konseya Diyarîkirina Berjewendiyên Nizamê, lê bi sedema nexweşiyê kêmtir diçû ser kar.

Di dewrana serokatiya Şahrodî di Dezgeha Qezayî de bi sedan kesî bi fermana wî hatin îdamkirin.

Dema ku ew bo çareseriya nexweşiya xwe çûbû Alman, bi sedema nerazîbûna çalakên mafê mirovan û daxwaza destbiserkirina wî, wî zû Alman bi cî hêla.

Daxistina çapemeniyan ên ser bi reformxwazan di sala 1379`an de, di dewrana wî de bûn.

Dadgehîkirina hejmarek ji girtiyên xwenîşandanên sala 1388`an di dema serokatiya wî di Dezgeha Qezayî de bû.

Şahrodî herwisa nûnerê Meclisa Xibrigan û cihgirê serokê wê jî bû.

Çavdêrên siyasî ser vê baweriyê bûn ku şahrodî dikarî şanseke zêdetir hebe bo cîgiriya Xamineyî.