Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şakir Bêhrûzî girtiyê siyasî yê Kurd bo cihek nediyar hate veguhastin

12:34 - 30 Hezîran 2022

Sibêdeha roja Çarşemî 8ê Pûşpera 1401an a Rojî, “Şakir Bêhrûzî” girtiyê siyasî yê Kurd û yê bi îdamê hatî cezadan, bo cihek nexuya hate veguhastin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê li gor çavkaniyek xwe belav kiriye ku berpirsên girtîgeha navendî ya Urmiyê, demjimêr 8ê sibêdehê ew girtiyê siyasî yê Kurd bi hênceta çavpêkevtin digel birayê wî li benda girtiyên siyasî birine derê û paşê bo cihek nexuya veguhastine.

Çend roj berî niha jî, Diwana Bilind a rejîmê daxwazkariya “î`iade”ya dadresiya wî girtiyê siyasî red kiribû û cezayê bidarvekirinê her wek xwe maye.

Roja Şemî 4ê Pûşperê, dawî cezayê Dîwana Bilind a rejîmê bi “Şakir Bêhrûzî” re hatibû ragihandin.

Ew welatiyê Kurd, sala 1397an a Rojî, bibû endamê yek ji partiyên Kurdî ên dijberê rejîma Îranê û Xermanan heman salê piştî wergirtina “emanname” wegeriyabû bo Rojhilatê Kurdistan.

Ew welatiyê Kurd, piştî vê ku wegeriya bo Rojhilatê Kurdistanê, xwe bi Îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê dabû nasandin û piştî 14 rojan lêpêçîn hate berdan.

Şakir Bêhrûzî, car din rêkevta 21ê Reşeme ya sala 1397an a Rojî, ji aliyê hêzên Îtilaata rejîma Îranê ve hate binçavkirin û piştî salek û neh mehan li odeya takekesî ya Spaha “El-mehdî” ya bajarê Urmiyê de, bo girtîgeha navendî ya bajarî Urmiyê hatibû veguhastin.

Heta niha Şakir Bêhrûzî du caran bi tohmetên cuda bi darvekirinê hatiye cezadan.