Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sal û hejmar

18:31 - 7 Kanûna Paşîn 2021

Kerîm Perwîzî

Gelek caran di analîza mijarên siyasî, civakî û aborî de, hejmar bi awayekî têne tenişta hev, ku bal û hizra mirov wisa bo aliyê vê yekê tê rakêşandin ku renge tiştek ecêb biqewime.

Bo mînak, hekî rêkevta roj û hejmara mehan di haleteke taybet de ku hejmara salê jî wekî wan bê xuyakirin, ew tişte balkêştir dibe û çavnihêriya bûyerên ecêb li mejiyê mirov de çêdibe. Wekî mînak, tu wisa hizir dikî ku roja 10 li meha 10-ê de ecêb e, an hekî roja neh û meha neh li sala nehvêd û nehê de, êdî dibe sedema bûyerên ecêb.

Ev yek ji mejiyê mirov ve çavkanî digrin, ku mirov ew hejmar, rêkevt, û serastiya hejmaran, pê tiştekî ecêb e, û li seranserê dîrokê de, û di civakên cuda de, heta li cem mirov hin ji hejmaran pîroz bûne û heta hindek hejmar jî wekî biyûm hatine binavkirin.

Lê salek ku ji nû ve dest pê dike, wate sala 2021`an a Zayînî saleke girîng û çarenivîssaz e; Ne ji ber vê ku 20 û 21 li pey hev hatine, belkî li ber vê yekê ku li salên derbasbûyî de hin tişt qewimîne û  îsal dema derketina encama hin ji wan e, û di rastiyê de derfeta xuyakirina encaman û bandora bûyerên berê zêdetir dibe.

Ji aliyekî din ve, hatina gorê ya hin biryar û yekalîbûna hin ji pirsan, bi taybet ji aliyê siyasî û aborî ve wisa dike ku sala bê salek girîng û balkêş be.

Di sala bê de, piştî biryarên stratejîk ên Amerîka bona çawa belavkirina hêzên xwe li cîhan û devera Rojhilata Navîn de, renge hin rikeberî û guherîna hevkêşeya hêz ber bi aliyekê ve here ku sînorê rikaberiyan bête xuyakirin û gelek caran di wan sînoran de tevlîheviyek girîng biqewimin.

Ji aliyekî din ve rikeberî û pirsgirêkên di navbera rejîma Îran û welatên Rojavayî de û herwisa qedera hin ji pirsgirêkên deshilat û rikeberiya hêzan li nav berpirsên rejîma Îranê ku di senariyoya Serkomariya rejîmê de xwe derdixe, renge li ser qedera rejîmê bandoreke berçav hebe.

Ji wan hemûyan girîngtir, bandora bêkarî, daketina nirxa neftê û îflasa aboriya rejîmê piştî belavbûna vîrûsa Koronayê li sala bê, bandordariya wan di deverê de zêdetir bêne xuya, û renge piştî gelek belayan û bêkariyê di dîroka cîhanê de, bahozeke din bê afirandin û bagera wan bûyeran, gelek qederên çavnihêrnekirî li pey xwe bîne.

Ya ku li ser me dikeve, di devereke stratejîk de û li cugrafiyayek ku bi aloziyan ve hatiye vehûnandin, emê xwe çawa bo amade bikin û bikarin ti bandorekê li ser wan bûyeran danên?