Berdevkê Saziya Nizam Pizişkî yê rejîma Îranê “Reza Larîpûr” gotiye: “li sala 1400an a Rojî nêzî 4 hezar pizîşkan daxwaza “Goodstading”ê kirine bo koçkirin bo welatên derve.
Pêka gotina navbirî di meha Xermanan a sala derbasbûyî rêjeya daxwaza pizîşkan bo koçkirin bo derveyî welat li bilindtirîn astê de bûye.
Pêka amarên Saziya Nizam Pizîşkî ya rejîma Îranê, li sala 1392 û 1393an a Rojî, rêjeya daxwaziya pizîşkan bo “Goodstading”ê di astek kêm de bûye, bi awayekê ku nedigehişte bi 600 kesan.
Daxwaziya pizîşkan bo koçkirinê bi tenê pizîşkê ciwan li xwe nagire, belkî tevahiya girûpên temenî li xwe digire.
Goodstading” anku hewil bo peydakirina karek baştir bo wan kesane ye ku daxwaza karek baştir li welatek din dikin.
Kêmbûna pizîşkan li Îranê di astek bilind deye û perpirsên rejîma Îranê bi cihê vê yekê ku wan pirisgirêkan bi awayek bingehîn çareser bike, dixwaze bi zêdekirina derfeta wergirtina xwandekaran li zanista pizîşkiyê, hewla çareserkirina wê pirisgirêkê bide.