Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sala Mirinê

19:22 - 21 Adar 2020

Kerîm Perwîzî

Em ji rojên dawiyê yên sala 1398`an derbas bûn, û pêka rewta asayî a jiyanê, xelk dibe di rojên dawiyê yên salê de, dilxweş bin ku sal, dawî pê tê û rêûresmên newrozê û sala nû bi rê ve dibin. Hemû salekê ew rojên dawiya salê, rojên xwe amadekirin bo pêşwazî ji sala nû bûye û civatgeh û malbat herketek têde hebûye, ku ber bi nûbûna jiyanê û nûbûna pêwendiyên xwe ve herin.

Lê çend salek e ku rejîma Komara Îslamî a Îranê xweşî û dîlan ji xelkê bêpar kiriye, û li wan kiriye jehreke tal. Bi salan e ku ew rejîma dirinde, ji tirsa dîlana xelkê, rojên dawiya salê kiriye bi manorên hêzên xwe, û tirsandina xelkê, û bi vî awayî pêşî ji kombûn û rêûresmên bikom girtiye, çimkî kerbê wê ji hemû cure kombûn û dîlanekê digre. Zêdebarê wê jî, ku bi siyaseta xwe a gendelkarî û talankarî ve, sal digel salê, jiyana xelkê girantir dike, û rojên dawiya salê, xelk tenê dilxweşiya nûbûna salê bo wan dima, belkî heya ku dihat sifra wan biçûktir û berîkên wan  valatir û hestretên dabînkirina hêviyên zarokên wan girantir dibû.

Tevî wan hemûyan jî, dîsan hindek dilxweşî bo nûbûna salê û newrozê di dilê xelkê de mabû, ku îsal wê rejîma dijemirov ew jî, ji wan dizî. Êdî nûbûna salê, ti watayekê nade bo wan neteweyên ku di Îranê de bûn bi barimte, û êxsîrê destê rejîma Wîlayeta Feqîh.

Belaya Korona ku bi destê Ayetûlahan hate Îranê, û di nav hemû welat de belav kirin, xweşiya jiyanê li civatgehê biriye, û pêşwaziya sala nû li xelkê kiriye şîna jidestdan û azarkêşana ezîzên xwe.

Di wê salê de, Korona dawî bela bû ku wê rejîmê wekî diyarî bo neteweyan anî, û pêş wê jî, bi mûşek balafireke medenî kire armanc, û xiste xwarê, ku qerer bû toleya kuştina Qasim Silêmanî yê terorîst li Amerîkayê hilde, lê daxa xwe li ser xelkê Îranê de rijand.

Pêş vî yekê jî di Xezelwerê de sedan kes di seranserê Îranê de kuşt, û bi hezaran kes birîndar kir, û dehan hezar jî binçav kir.

Sala 1398`an, bi siloganên bê bingeh yên Weliyê Feqîh dest pê kir, û heya dihat ew bi serberedayiya navkî ya wan zêde dibû, û digel bank û sîstemên cîhanî pirsgirêkên zêde diafirandin. Di nav Îranê de jî roj li pey roj serkut û kuştar zêde dikir.

Sala 1398`an, saleke tijî ji mirin û belengazî bo neteweyên Îranê bû, û di wê sala mirinê de, hezaran malbat ji Kurd û Turk, Fars, Ereb, Belûç û Turkemen daxdar bûn, û bi Koronayê ve salê nû dikin, û kopka azarên Koronayê maye bo sala bê. Gel hêvîdar in ku digel kopka Koronayê, rejîm jî ber bi sernişîvî û kûrahiya dola nemanê ve here, çimkî her roj zêdetir mana rejîma Wilayeta Feqîh, mirineke nû bo xelkê têne.

Bi hêviya nemana çavkaniya belengaziyan di sala 1399`an de.