
Berhemên kangehên parêzgeha Urmiyê bi bê ti qazancek bo xelkê wê parêzgehê bo parêzgehên navendiyên Îranê têne şandin.
Cihgira Karûbarên Kangeh û Pîşeyên Kangehî ya saziya “Pîşe, kangeh û ticaret”ê li parêzgeha Urmiyê, “Perîsa Abidpûr” got: “Di 8 mehên destpêka salê de derfetnameya mifahvergirtin ji 27 kangehan liparêzgeha Urmiyê hatine wajo kiriye û di wan kangehan de salane dikarin 3 milyon û 594 hezar ton berhemên kangehî derbixin û paşkevta wan kangehan zêdetir li 226 milyon û 651 hezar ton e.
Herwisa wê berpirsa rejîmê got: “di 218 deverên parêzgeha Urmiyê de karê peydakirina kangehan berdewam in û bo peydakirina kangehên nû li 32 deverên dinê de jî derfetname hatine wajokirin û heta niha 15 kangehên nû jî peydakirine”.
Herwisa Perîsa Abidpûr got: “507 kangehên xwediyê derfetname li parêzgeha Urmiyê hene ku kar di wan de berdewam e û salane zêdetir li 17 milyon û 553 hezar ton berhemên kangehî ji wan têne derxistin.
Wê berpirsa rejîmê gotiye: Di tevahiha wan kangehan de, 5 hezar û 186 kes kar dikin”; Lê navbirî bas nekiriye ku di her kangehê de bi awayê nêvincî kêmtir li 10 kesan kar dikin ku piraniya wan kesan xelkê derveyî parêzgehê ne û bi wî awayî parêzgeha Urmiyê talan dikin.