Salek bi ser erdheja 5.7 a devera “Kotol” a ser bi parêzgeha Urmiyê re derbas dibe, lê hêj xelkê wê deverê jiyana wan digel pirsgirêkan rû bi rû ye.
Piştî salekê hêj jî xelkê wê deverê di bin xîvet û li nav kênêksan de dijîn.
Tevî vê ku rejîmê heta niha jî alîkariyek wisa nedaye xelkê zirarberketî yên wê deverê, tev qewil û direwên wan jî mane ser kaxezan.
Di 4ê Reşema sala 1398an erdhejek bi bihêziya 5.7 rîxtirî devera “Kotol”ê û derdorên wê hejand û zirar û ziyanek zêde gihişte xelkê wê deverê û 43 gund rastî ziyanên zêde hatin û mal û avahiyên wan wêran bûn û nêzî 500 ser pez û ajelên wan ji nev çûn.
Ew erdhej astengiyek zêde bo ser jiyan xelkê çêkir ku hate niha jî ew astengî û pirsgirêk ji aliyê karbidestên rejîma Îranê ve nehatine çarserkirin û xelk digel bê mal û halî û cihê manê rû bi rû ne.