Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salroja bîranîna 10`ê Xakelêweyê li welatê «Nurway» hate lidarixistin

14:07 - 1 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Merasima salroja bîranîna 10`ê Xakelêweyê, roja Şehîdên Kurdistanê, ji aliyê endam û alîgirên PDKÎ, û bi beşdariya nûnerên parek ji partî û aliyên din yên Kurd yên li welatê «Nurway» hate lidarixistin.

Roja Yekşemî 11`ê Xakelêweya 1398`an (31`ê Adara 2019`an), 10`ê Xakelêweyê salroja Şehîdên Kurdistanê, li welatê «Nurway», bi amadebûna parek berçav li endam û alîgirên PDKÎ, û herwisa bi başdariya nûnerên parek li partî û aliyên din yê Kurd, hate lidarxistin.

Ev merasim bi xwendina sirûda neteweyî a «Ey Reqîb» ji aliyê koma sirûdê û ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê pak yê şehîdên Kurdistanê, destpêkir.

Piştire «Hîva Ehmedî» endamê heyeta amadekar a 10`ê Xakelêweyê, tevî bixêrhatingotina amadebûiyên wê merasima bîranînê, axavtinek derheq salroja şehîdên Kurdistanê pêşkêşkir.

Piştire peyama komîteya giştî a PDKÎ li welatê «Nurway» ji aliyê «Ebas Namî» berpirsê komîteya giştî hate pêşkêşkirin, û peyama komîteyê, xwediy çend pirs û mijarên girêdayî dîroka rizgarîxwazî a gelê Kurd, û xebat bo bidestveanîna mafê rewa yê gelê me û hevdem hewceye bi awayekî micid çav ji salroja bîranîna 10`ê Xakelêweyê bêkirin.

Piştire peyama komîteya giştî ji aliyê «Meryem» endamê heyeta amadekar asalroja 10`ê Xakelêweyê, rêzbend û çavaniya lidarxistina merasima 10`ê Xakewlêweyê, baskir ku bi awayekî panêlî hatibû amadekirin.

Di vê beşê de, komek heval û kasên xebatkar, ji dîtingehên cuda li ser çend pirs û mijaran axavtin, û îşare bi çendîn rûdaw û biserhatiyan kirin yên weke, sedema dirêjekêşana xebat, serpêhatiyên şehîdan, bas li gotinên çend şehîdek yên piştî şehîdbûna wan, komkujiya gundê Qarnê û çend helbest û pexşan ji aliyê çend rêzdarekî hate pêşkêşkirin.  

Beşek li bernameyên taybet bû, bi pêşkêşkirina nameyên rêzgirtin ji aliyê komîteya giştî a pêkanîna civînên salroja bîranîna 10`ê Xakelêweyê.

Dawiya wê civînê wiha bû ku basa ji hind gotin û mijarên teybet kirin