
31 salan berî niha bajarê Helebçê ji aliyê rejîma Îraqê ve hatibû kîmiyabarankirin, mixabin di wê tirajîdaiyî de, zêdetir ji 5 hezar kesî şehîd bûn, û bi hezaran kesên bê tawan û bê mertal yên din jî birîndar û niqsan bûn, û piştî 31 salan heya niha jî bandora wê cinayeta hov li ser tendrûstiya xelkê Helebçê diyar dike.
Bi qedir û rûmet em bejna xwe li hemberî canê pakê şehîdên Helebçeyê de, diçemîn in, û bi xem û kovaneke kûr em salroja wan bi bîr tînin ku, bi tenê di nav çend çend deqeyan de, roja 16`ê Adara 1988`an sibezûyî de, bûne goriyî hovîtiya yek ji rijêmên herî diktator ên dîrokê.
Di demekê de ku, cinayeta kîmiyabaran a Helebçeyê 5 hezar şehîd li xwe bi cih hişt, nêzîkî 10 hezar birîndar jî xistin nav jiyanake tijî derd û êş de, û heya dawiya jiyana xwe di nav jan, êş û azaran de dibe bijîn û ti xweşî ji jiyana xwe nabînin.
Wê demê, li ber çavên cîhanê ew cinayeta li dijî mirovî hate encam danê, û wê serdemî tu welat û aliyekê derheq vê tawana mezin bi deng nehatin, cinayetik ku bindestî û bê piştîvaniya gelê Kurd û hovîtiya desthilatdarên berê li Bexdayê, nîşanê sernaserê cîhanê da.
Bi derbasbûna 31 salan bi ser vê cinayetê û derbasbûna zêdeyî ji 16 salan bi sernixûniya hikumeta Be`is a Îraqê de, zêdetir cehdeke zafe hikumeta herêma Kurdistanê, mixabin heya niha jî, ew cinayet û kuştina bikom wekî Jînosayîtek, derheq Kurdan nehatiye naskirin.
Herwisa hikumeta niha ya Îraqê jî ku, mîratgira hikûmeta Be`ise, û ew jî amade nine da ku, wê cinayeta hikûmeta pêş ji xwe weke jînosaytek nasbike, û ne jî amadeye zirarên xelkê Helebçê bide . Ewa jî li demekê deye ku Hikûmeta niha ya Îraqê amadeye bû xisara êrişa bo ser Koweyîtê bide û daxwaza lêborînê jî bike. Ewa jî wê yekê bo me Kurdan dide zelalkirin ku, hekî çi hikumeta berê ya Îraqê kîmiyabarana Helebçe û Kurdan kiriye, wisa xuya dike ku hemî deshilatdarên xeyrî Kurd, wê hikûmetê jî bi wê bê helwêstiya xwe derheq cinayeteke wisa mezin de, bi awayekî dijberiya xwe li dijî gelê Kurd didin zelalkirin, û wisa xuyaye ku hemî derheq Kurd û Kurdistan, yekbawer û yek helwêstin, îca çi ên berê yan ên naha bin.
Di vê salroja bîranîna bi xem û kovanê de, em
tawana xelkê Helebçeyê û gelê me û wan şehîd û qorbaniyan, ne tiştek bû, xêncî Kurdbûnê.
Nemirî, ji bo şehîdên Helebçeyê û hemû şehîdên Kurdistanê