Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salroja bîranîna şehîdên Kosalanê bilind hate nirxandin

12:40 - 28 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Dirêjîderên rêbaza şehîdan û xebatkarên Demokrat, di gundê “Niyer” a qehremanperwer de, bîranîna şehîdên Kosalanê bilind ragirtin.

Li gora nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat û dirêjîderên rêbaza tijî ji serbilindî û serwerî, şeva Sêşemî 5`ê Pûşperê, di salroja şehîdbûna 3`ê pêşmergên lêhatî û qehreman yên gel, yên bi navên şehîd “Ekber”, şehîd “Şaxevan” û şehîd “Şoreş Mênberî”, jiyanname (serpêhatî)ya wan 3 şehîdên lêhatî yên destanrêsiya Kosalanê di mizgevta gundê “Niyer”ê de belav kirin.

Rêkevta 5`ê Pûşpera 1395`an, desteyek ji pêşmergên cangorî yên Kurdistanê ku ji bo bicihanîna komek ji erk û wezîfeyên hizbî riya Kurdistanê girtibûne pêş, di quntara çiyayê  xwedî hêybet yê Kosalanê li  nêzîkî gundê “Dûrû”yê ketin boseya dijmênê azadiyê; ku her di destpêka gullereşadina dijî geliyan de, hevriyan “Şaxevan” û “Şoreş Mênberî” singê tijî ji evîn û dostatiyê yê xwe kirne mertala azadiya gel, û di roja piştre jî pêşmergê rojên dijwar yên xebat û berxwedanê “Mam Ekber Mênberî” bû armanca gulleyan, û tevlî karvana sorxelat ya şehîdên Kurdistanê bû.