Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salroja cîhanî ya çapemeniya azad derbasî 26 saliya xwe dibe

12:18 - 3 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1993`an de ji bo ku giringiyeke taybet bidin bi karê çapemeniya azad, roja 3`ê Gulanê wekî Roja Çapemeniya azad diyarîkirine.

Roja 3`ê Gulanê, Roja Azadiya Çapameniyê ya Cîhanî ye, li gorî Rêkxistana Rojnamevanên Bêsînor li ser azadiya rojnamevaniyê, Îran di cîhanê de, li nav 188 welatan peleya 164.mîn welatan de ye ku, çendîn binpêkirinên cuda li dijî rojnamevanan encamp daye.

Îran welateke ku bi hemû awayekî gefan li rojnamevanan dixwe û mezintirîn girtîgehe bo rojnamevan û çapemeniyan e, û hevwelatî di Îranê de bi tu awayekî agehdarên zanyariyên rast nabin.

Rejîma Îranê bi hemû awayekî pêşî li azadiya çapemenî û rojnamevaniyê digire û bi çapemeniyên fermî yên xwe nûçeyên filtirkirî (sansûr) nîşanînî xelkê dide, û herwisa tu rexneyekê jî erê nake.

Di vê çapemenî li her cihekî cîhanê azad û serbixwe be, da ku bikarin rastiyan rabigihînin, û hekî çapemenî azad û serbxiwe nebe, mirovan  li seranserê cîhanê  nikarin heya ji rastî û bûyerên ku rojane li seranserê cîhanê diqwemin li rastiyan hebin, û hikûmetên diktator û serkutkar jî berdewam bi îşkencekirina girtiyan desteserkirina çalakvanan dev bernadin û azadiyê ji microvan re distîne û  çapemenî hêzeke mezin e hekî serbixwe be gellek caran dikare pêşî li zilim, zordarî û neheqiyê jî bigire, ev civaka ku xwediyê çapemeniyeke azad û serbixwe ye, ev civakekî pêşketî û rastbîne, ji bo van û gellek tiştên din jî, çapemenî divê azad û serbixwe be.

Roja 3`ê Gulanê li hemû rojnamevan û çapemeniyên serbixwe yê cîhanê nemaze yên kurdistanê pîroz be.