Rêkefta 21`ê Xakelêweyê, salroja diyarîkirina cezaya dîrokî a dadgeha “Mykonos”ê di vê dadgehê de, rejîma Îslamî a Îranê wekî desthilateke terorîst di asta navdewletî de da naskirin.
Terorîstên rejîma Komara Îslamî a Îranê, piştî vê ku di roja 26`ê Xermanana sala 1371`an karîn li ristûrana “Mykonos”ê de Dr. Sadiq Şerefkendî, Fetah Ebdulî, Homayon Erdelan û Nûrîdêhkurdî teror bikin, Komara Îslamî a Îranê wisa dizanî ku her wekî terorên berê dikare bi siyasetên haşalêkirî û timayê wê vê cinayeta xwe binpeç bike, lê, dezgeha dadweriya serbixwe ya Almaniyayê ku biryar dabû berevaniyê ji kirameta ax û welatê xwe bike, dosyeke mezin derheq vê terorê de pêk anî û bo heyameke zêdetir ji 5 salan bi awayekî micid kar li ser kir.
Biryara dadgehê li 21`ê Xakelêweya sala 1376`an, ragehand ku karbidestên payebilind yên rejîma Îslamî a Îranê yên bi navên, Elî Xamine`î, Elîekber Haşimî, Elîekber Wilayetî û Elî Felahiyan wekî encamderên vê terorê da naskirin.
Herwisa di vê dadgehê de, 180 kes şahîdî dan û hezaran rûpel bi belge hatin berhevdan, û ev dadgeha heya 5 salan dewamkir û nêzîkî 9 milyon Mark pere bo xercê wê , û li gorî vê jî dadgeha “Mykonose”ê, yek wan ji dadweriyan bû ku di dîroka Almaniyayê de zêdetirîn xerc li xwe girit.
Piştî vê ku rejîma Îslamî a Îranê û berprisên payebilind yên rejîma Îranê, bi terorkirina rêberên PDKÎ li Almaniyayê hatine şermezarkirin, welatên Ewropayê jî balyozên xwe yên li Tehranê vekişandin û pêwendiyên aborî yên xwe yên digel Îranê bo heyamekê qut kirin.
Rêkevta 26`ê Xermanana sala 1371`an (17`ê Tebaxa sala 1992`an) di êrîşeke terorîstî de rejîma Îslamî a Îranê, bo ser ristûrana “Mikonoce”ê, ya li bajarê “Berlin” a Almaniyayê, Dr. Sadiq Şerefkenî sekreterê wê demî yê PDKÎ û digel Fetah Ebdulî, endamê komîteya Navendî a hizbê û Homayûn Erdelan şehîdkirin.