
Kurdistanmedia: Xelkê bivêr yê Kurdistanê di salroja birêve çûna piroseya referandoma serbixweiya Kurdistanê de, li Kurdistana Rojhilat çalakiyên tebilîxî encam dan.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên PDKÎ bo bilind ragirtina salroja referandoma serbixweiya Kurdistanê, alayeke mezin a Kurdistanê li ser çiyayê “Naleşkîne” a bajarê Bokanê li pêşiya bajêr hildan.
Roja Duşemî rêkefta 3`ê Rezbera 1396`an, xelkê Kurdistana Başûr di piroseyeke dîrokî de û çarenivîs saz de çûne ser sandiqên dengdanê û çarenivîsa xwe diyarî kirin.
Piroseya referandoma serbixweiyî a Kurdistanê, di deverên bin desthilata îdareya Herêma Kurdistan û hemû deverên Kurdistanê yên di bin desthilata hêza pêşmergê Kurdistanê de ye hate lidar xistin.
Roja Çarşemî rêkefta 5`ê Rezbera 1396`an, komisyona hilbijartin û rapirsiyê encama birêveçûna referandoma Herêma Kurdistanê belavkir, û bi rêjeya (%72.16) dengderan di parêzgehên Herêma Kurdistan û deverên derveyî herêmê û herwisa Kurdên derve beşdarê vê piroseyê bûn û bi rêjeya (%92.73) dengê erê û (%7.27) jî dengê ne dabûn.
Piştî dawî hatina bi piroseya referandoma serbixweiya Kurdistanê di bajar û bajarokên çar parçên Kurdistanê de, bi taybet Kurdistana Rojhilat, hevwelatiyan bi rengên cuda keyfxweşiya xwe bi boneya serkevtina piroseya referandomê nîşan dan.