
Bi hilkefta salvegera weşana TISHK Tvyê, em gerimtirîn pîrozbahiya xwe arasteyê hemû xelkê bi şeref ên Kurdistanê û hemû kadir û pêşmergên Hizbê û malbatên nava şoreşê û herwisa endam û alîgirên PDKÎ û pêşmergên bajar û tev pirsonel û karmendên TISHK TV dikin.
TISHK TV wekî televîziyoneke netewî şanaziyê bi vê yekê dike ku çavkaniya rastiyan û cihê bawera xelkê Kurdistanê ye.
Ew televîziyone bi hevkarî û hewla tev xelkê Kurdistanê karê xwe yê rojane bi rê ve dibe û cihê destê xelkê di nava karên TISHK TVyê de xuya ye.
Daxwaza me eva ye ku wekî hertimî alîkarê TISHK TVyê bin, çimkî TISHK bi çavkaniya rastiyan hatiye naskirin.
Em salvegera damezirandina vê televîziyonê li hemû xelkê Kurdistanê bi taybet malbata şehîdan û girtiyên siyasî pîroz dikin.