Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sama Rejîmekê

17:53 - 21 Hezîran 2020

Kerîm Perwîzî

Sîstem koloniyalîstî ya hakim di Îranê de ketiye nav hewldanên bêçine de, û ji bo mana xwe dest bo her karekî dûr ji lojîk û pirensîpên siyasî dibe.

Hekî sîstemeke siyasî û cihgirtî be, û ti xemekeke wê ya herifîn û ketinê tunebe, di hember arîşe û pirsgirêkan de gelek giran û qahîm derdikeve, û renge hindik caran li hember arîşe û pirsgirêkan xweragir be, çimkî nîgeranê wê nîne, û seh bi metirsiyê nake. Lê hekî rejîmek şevane kabûsa herifînê bibîne, û bi roj jî nîgeranê sernixûniyê be, di demên asayî de jî, biryarên gelek neyasayî û dijelojîkî dide û arîşeyan ji xwe re dike krîz.

Vîrûsek hate nav welatê Îranê, û Xamineyî ji tirsa herifîna rejîma xwe ev vîrûs veşart û piştre jî bû bi krîzeke mezin, ku rewayiya rejîmê heta di nav besîc û wilayetmedaran de jî ji nav biriye.

Her di vê derheqê de bû ku dema tirsa mûşekên Amerîkayê ketibû dilê wan de, bilez balafireke Ukraynî kire armanc û kir krîzeke mezin ji xwe.

Di demekê de ku tev Îran di destê Koronayê de dinale, û netewên Îranê rojane mirina ezîzên xwe dibînin ku Koronaya diyariya rejîma Îranê pêsîra wan girtiye, û wan azar dide, ew rejîme dubare pirsgirêkan kûrtir dike.

Spaha Pasdaran ku wekî bandeke terorîstî ya mafyayî ye, hemû welat talan kiriye, û ji tirsa mirina rejîmê hawar xwe dibe ber topbaran û mûşekbarana Kurdistanê.

Rojane li hemû bajarên Kurdistanê nûçeyên hereketa hêzên Spaha Pasdaran belav dibin û ji ber çavê xelkê hêz û cebilxaneyên Spaha Pasdaran in ku tên û diçin û deverên çiyayên Kurdistanê dorpêç dikin.

Her roj û ji aliyekî Kurdistanê ve, nûçe tên ku hêzên Spaha Pasdaran yan xelkê asayî digrin yan jî azar û îşkence dikin, yan jî topbaran û mûşekbarana Kurdistanê dikin.

Di gelek cihan de Spaha Pasdaran hêzên xwe damezrandiye û gefan li xelkê deverê dixwe, ku hatûçûya çiyayan nekin, û ji gundên xwe dûr nekevin. Her di vê derheqê de, gefeke zêde li xelkê xwarine ku her hereketeke pêşmergeyan bibînîn, bila raporê bidine Spaha Pasdaran.

Kûrbûna krîzên siyasî yên rejîmê û herifîna aboriya Îranê û tundtirbûna givaşan, wiha rejîm tirsandiye, ku hemû dol û bin kevirên Kurdistanê jî ber çavên wê bûne pêgeha hêza pêşmerge, û kirêgirtiyên wê her Kurdekî bibînin, wisa dizanin ku ew pêşmerge ne, û hêzeke zêde ya Spaha Pasdaran li dijî wan amade dike.

Di demekê de ku hemû cîhan Komara Îslamî bi metirsî bo ser cîhan û deverê dinasin û di mînaka herî nû de, rapora Îtila`ata Alman, Hizbullah û Îran bi gefeke micid bo ser ewlehiya deverê daye zanîn, Spaha Pasdaran ji tirs û ziravqetandinê de çend roj li pey yek e ku Herêma Kurdistana Îraqê topbaran û mûşekbaran dike!

Hemû ew kiryar û helwestên rejîmê, nîşaneya bihêziya wê sîstema koloniyalîstî nînin, belkî derxistina wê rastiyê ye, ku di bin givaşên bêreje de, tirsa herifînê, serûbinê rejîmê dagirtiye, lewma hemû kiryareke nalojîkî û nasiyasî, û hemû cure hewldanekê bo berdewamiya mana xwe dike, û di vê derheqê de jî, roj li pey rojê, di bin givaşan de şaşiyên zêdetir û zêdetir dike, û krîzên wê jî kûrtir dibin.