Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şanda “KNK” serdana PDKÎ kir

17:07 - 26 Çirriya paşîn 2020

Şanda Kongireya Netewî ya Kurdistanê (KNK)ê serdana Dezgeha Pêwendiyên Giştî ya PDKÎ kir.

Roja Sêşemî 24ê Çirriya Paşîn, şandeke “KNK”ê bi berpirsatiya Hevserokê “KNK”ê,“Ehmed Qeremûsî” serdana binkeya serekî ya “Dezgeha Pêwendiyên Giştî” ya “PDKΔ kir û ji aliyê heyetek bi berpirsayetiya Berpirsê “Dezgeha Pêwendiyên Giştî” û Cihgirê 2em yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ,“Mihemednezîf Qadirî” ve pêşewazî li wan hate kirin.

Li despêka wê hevdîtinê de, “Mihemednezîf Qadirî” bi xêrhatineke gerim li şanda mêvan kir.

Piştre, “Ehmed Qeremûsî” tevî spasî li pêşewaziya gerim ya heyeta PDKÎ û bi bilindragirtina rol û pêgeh û helwîstên PDKÎ, baseke kurt li ser armanca şanda “KNK”ê pêşkêş kir.

“Qeremûsî”, tevî şiroveya alozî û gefên li ser Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, dawî aloziya li navbera PKK û hêzên Başûrê Kurdistanê gengeşe kir û berdewamiya wê rewşê bi gefek li ser gelê Kurd û serweriya axa Kurdistanê da zanîn û di vê derheqê de bi hûrî bas ji pêngavên “KNK”ê bo aramkirina rewşê û banghêjkirina aliyan bona piştevanî ji çareserkirina pirsgirêkê kir.

Herwisa Navbirî daxwaz ji PDKÎ kir ku wek Partiyeke xwedî pêgeh û helwîstên netewî di meydana siyaseta Kurdistanê de, rola xwe bona aramkirina rewşê û pêkanîna gotebêj û çareserkirina aşitîxwazaneya pirsgirêk û aloziyan bilîze.

Di berdewamiyê de, “Mihemednezîf Qadirî” tevî bi bilindzanîna xebata xortên têkoşer yên Kurd û hêzên siyasî yên xebatkarên Kurdistanê, ragihand: “PDKÎ hertim û li tev qonaxan de tevî bawerî bi cudatiya rewşa xebatê li aliyên cuda yên Kurdistanê, piştevaniya yekîtî û pêbendbûna tev aliyan bi prensîpên vekhevî û parastina berjewendiyên bilind yên gelê Kurd kiriye û di vê derheqê de digel alozoyên wê dawiyê yên di navbera hêzên siyasî yên xebatkar li Bakur û Başûrê Kurdistanê de jî, bi berdewamî di hewlê de bûye ku tev alî ber rêya diyalogê ve herin û rêzgirê ji hev bigrin û yektir qebûl bikin”.

“Qadirî” di dawiyê de, amadebûna PDKÎ bo avêtina her core pêngavekê li pênav bidesveanîna vekhevî di navbera aliyên siyasî yên nîştimanperwerên Kurdistanê de û cihgîrkirina prensîpên diyalog li hevkêşeyên navxweyî yên tevgera rewa ya xelkê Kurdistanê dubare kir.

Her du alî di dawiyê de tekezî li ser hewcehiya berdewambûna hevkarî û hevxebatiya zêdetir li navbera tev aliyan bona bidestveanîna aşitî û yekrêzî di navbera pêkhateyan û hêzên xebatkar yên tevgera rewa ya xelkê Kurdistanê de kirin.