Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şanda Peywendiyên Kurdistanî ya PDKÎ serdana Partiya Şû`î ya Kurdistanê kir

12:58 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Pêncşemî 30ê Hezîranê, Şanda Peywendiyên Kurdistanî ya PDKΠ bi serpereştiya “Mihemedsalih Qadirî” bi nûneratiya Dezgeha Peywendiyên Giştî ya PDKÎ, serdana Partiya Şû`î ya Kurdistanê kir.

Şanda PDKÎ bi hilkefta 29emîn salvegera Partiya Şû`î ya Kurdistanê, serdana vê Partiyê kir û bi vê hilkeftê peyama pîrozbahiya PDKÎ ji wan re ragihand.

Şanda PDKÎ ji aliyê sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Şû`î û endamê serkirdayetiya vê Partiyê Dr. “Kawe Mehmûd” ve, pêşewaziyek germ li wan hat kirin û spas û pêzanîna xwe di vê derheqê de da xuya.