Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandek PDKÎ ji vebîranîna Nivîser û Helbestvanê koçkirî “Celal Melekşa” de beşdarî kir

18:26 - 29 Çirriya paşîn 2021

Roja Yekşemî 7ê Sermawezê, li ser banghêjiya Yekîtiya Nivîserên Kurd a taya Hewlêrê, şandeke PDKÎ bi serperiştiya “Mihemedsalih Qadirî” berpirsê Pêwendiyên Kurdistanî yên PDKÎ beşdarî ji vebîranîna Nivîser û helbestvanê mezin ê Kurd “Celal Melekşa” kir.

Di wê vebîranînê de şanda PDKÎ peyema hevxemî û pêzanîna rêberayetiya PDKÎ pêşkeşê malbata rêzdar a “Celal Melekşa” kir.

Ew vebîranîne di bin çavedêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi beşdariya beşek berçav ji nivîser,rewşenbîr û nûnerên demûdezgehên hikûmeta Herêma Kurdistanê û têkoşerên her çar parçeyên Kurdistanê hate birêveçûn û piştî xwandina çendîn helbest û gotarên taybet, tacegulîneya rêz û wefayê bi malbata helbestvanê koçkirî “Celal Melekşa” re hate pêşkeşkirin.