
Kurdistanmedia: Şandeke Birêveberî ya Karûbarê Penaberan û Koçberên Norwêjê serdana PDKÎ kir, û bas ji ser rewşa penaberên Rojhilatê Kurdistanê, endamên Hizbê li herêma Kurdistanê û welatên Ewropayê, nemaze li welatê Norwêjê kirin.
Roja Duşemî, rêketa 6`ê Xezelwerê, şandeke Birêveberiya Karûbarê Penaberan û Koçber ê welatê Norwêjê, bi serpereştiya “Arê Hovdênak” berpirsê Karûbarê Rojhilata Navîn, serdana Partiya Demikrat, kir.
Ev şande ji aliyê hiy`eteke PDKÎ ve bi serpereştiya “Mihemed Nezîf Qadirî” Cihgirê Duhem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, pêşvazî ji wan hate kirin.
Di vê civînê de, bas ji rewşa penaberên Rojhilatê Kurdistanê, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li herêma Kurdistanê û welatê Ewropayê, nemaze li welatê Norwêjê, hate kirin.
Di pareke din a vê civînê de, di ser rewşa mafê mirov û girtiyên siyasî û… di Îran û Kurdistanê de anîne ber bas.
Herwisa di vê civînê de, herdu alî li ser bihêztirbûna pêwendiyên wan bi merema xizmet bi mafên mirov û karûbarê penaberên siyasî, pêdagirbûn.