Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Encumena Nîştimanî ya Kurd digel PDKÎ civiya

18:11 - 8 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Şandeke Encumena Nîştimanî ya Kurd ya li Kurdistana Rojava, bi serperestiya Dr. “Îbrahîm Biro” serdana Desteya Kargêrî ya PDKÎ kir, û derheq rewşa Kurd di Kurdistana Rojava de axavtin kirin.

Roja Çarşemî rêkefta 16`ê Xezelwera 1397`an (7`ê Çiriya Paşîn), şandeke Encûmena Nîştimanî ya Kurd ya li Kurdistana Rojava, bi serperestiya  Dr. “Îbrahîm Biro”  serdana Desteya Kargêrî a hizbê kir, û ji aliyê heyeteke  PDKÎ bi serperestiya “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê Giştî yê hizbê, pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê civînê de, Dr. “Îbrahîm Biro” armanca serdana xwe, guherîna nêrînan derheq pirsa Kurd, û agehdarkirina rêberiya Partiya Demokrat, derheq rewşa  Kurdistana Rojava, û piştevanîkirina ji hereketa neteweyî -Demokratîk a gelê Kurd, di Kurdistana Rojhilat de ragehand.

Navbirî axavtineke giştî di warê leşkerî û rikeberiya di navbera welatên wekî, Amerîka, Rûsiya, Turkiye, Îran û … hwd,  di Sûriyê de, û nebûna opozisyoneke Demokratîk ku, bersivdarê guherînkariyên bingehî yên di Sûriyê de be kir.

 “Dr. Îbrahîm Biro”, di beşeke axavtinên xwe de, îşare bi nebûna yekgirtîbûna di nav aliyên siyasî yên Kurdistana Rojava de kir, û nîgeraniya xwe derheq  rewşa nearamiya di deverên ku Kurd lê akincî ne, nîşan da, û herwisa navbirî di axavtinên xwe de, îşare bi rola xwe  di civînên  Encûmena Nîştimanî ya Kurd di Rojava  û bandora wan di civînên opozisyona Sûriyê, di welatên Ewropayî û Erebî de kir.

Biro di vê axavtina xwe de, bas ji vê kir ku: Di vê civînê de, me derheq mafê siyasî û neteweyî yê Kurdan, di reşnivîsa  destûrî ya pêşniyarkirî bo sîstema siyasyî ya Sûriyê de, piştî Beşar Esed, û astengên guherînkariyên di Sûriyê de, û bi xasmanî pêkhateyên opozisyona Sûriyê ku heya niha jî eqilyeta şovînîstî a Erebî û Îsalmî  girêdayiyeke tund pêve xuya ye, gotûbêj kirine, û me bas ji arîşe û giriftan  bo amadebûyan kirine.

Piştî ku, “Îbrahîm Biro”  axavtina xwe pêşkêş kir, “Mistefa Hicrî”  tevî spaskirin bo vê raporta têr û tijî, ya Îbirahîm Biro  Ya derheq rewşa Kurdistana Rojhilat û xebata hevpar ya hizb û aliyên siyasî yên Kurdistana Rojhilat, û  herwisa hewlên Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Rojhilat,  bivêrî û çavnetirsiya   xelkê Îran û Kurdistanê, li hemberî siyasetên rejîma Komara Îslamî ya Îranê de, axavtin kir.

 Hicrî bas ji vê kir ku, dorpêçên  wê dawiyê yên Amerîka û bandora van dorpêçan li ser jiyan û derbaziya civatên xelkê, bilindbûna nirxên tiştan û asta betaliyê, bêçaremana rejîmê bo dabînkirina hewcehiyan, bûne sedem ku  rejîmê tu rêçarek ji bilî xweçemandina li hemberî siyasetên Amerîkayê de bo nemaye, û bo berdewamkirin di siyasetên xwe, tenê  xesarê digehîne komên xelkê.

Hicrî di dawiya axavtinên xwe de got ku: “Em bi pêşeroja xebata xwe di asteke bilind û hişyarbûna gelê xwe gellek hêvîdar in, û gelê Kurd xwediyê îradeyeke bihêz e, û li hemberî siyasetên rejîmê de mînaka berxwedaniyê ne”.

Di dawiya civînê de amadebûyiyan derheq vê mijara siyasî de, nêrîn û pêşniyarên xwe bas kirin.