Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke ENKS`ê serdana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kir

12:05 - 25 Kanûna Paşîn 2022

Şandeke Encûmena Nîştimaniya Kurdistana Sûriye (ENKS) serdana nûneratiya Pêwendiyên Kurdistanî yên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Hewlêr kir.

Roja Duşemî 4`ê Rêbendanê şandeke Encûmena Nîştimaniya Kurdistana Sûriye (ENKS) bi serpeştiya Dr. “Kawe Ezîz”, serdana ofîsa Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêr kir û ji aliyê “Mihemmedsalih Qadirî” Berprisê Pêwendiyên Kurdistanî yên PDKÎ ve hate pêşwazîkirin.

Di vê hevdîtinê de, herdu aliyan li ser rewşa Rojava û Rojhilatê Kurdistanê nîqaş kirin.

Herwisa herdu aliyan îşare bi vê yekê kirin ku pirsa Kurd li hevkêşeyên siyasî yên welatên navçeyê û zilhêzên cîhanê de girêdayê dîtingeh û stratîjiyên hevpar in û çarenivîsa xebata gelê Kurd li her yek ji parçeyên Kurdistanê de bandora rasterast û nerasterast li ser yektir heye.

Herdu aliyan tekezî jî kirin ku her bi sedemên han jî, girîng û hewce ye ku girîngiyê bi çawaniya kar û têkoşîn û pêwendiyên di navbera yekitr de bidin û divê bi hişyarî ve agehdarê pîlanên neyarên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê de bibin.