Kurdistanmedia: Şandeke Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê, digel Partiya Demokrat civiya û li ser komek mijarên balkêş gengeşekirin.
Roja Yekşemî 16`ê Hezîrana 2019`an, şandeke Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê, serdana PDKÎ kir û ji aliyê heyeteke hizbê ve bi serperestiya Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî yê Hizbê pêşwazî ji van hate kirin.
Di destpêka vê civînê de, Mihemed Îsma`îl, cêhgirê sekreterê Partiya Demokratîk ya Sûriyê, spas ji pêşwazîkirina germ ya PDKÎ ji şanda xwe kir û navbirî tevî îşarekirina bi rewşa Rojavaya Kurdistanê û dîroka serhildanên Kurd di vê beşê de, bas ji astengiyên li ser rêya rêzbûn û yekgirtîbûna aliyan di vê parça Kurdistanê de kir.
Piştre Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ tevî xêrhatin gotina şanda mêhvan, derheq rewşa Îran û Kurdistana Rojhilat û derheq dawîn guherînkariyên deverê axavt.
Hicrî di axavtina xwe de, îşare bi têkêlî û arîşeyên di navbera Îran û Amerîkayê de kir û ragihand: “Reftarên berê yên rejîma Îranê, ji me re dide zelal kirin ku, komara Îslamî di rewşa givaş û lawaziyê de, stûyê xwe bo danûstandin û teslîmbûna li hemberî xwedî hêz û aliyên derve radikişîne.
Herwisa navbirî îşare bi hewlên Partiya Demokrat kir bo pêkanîna enî yan hevalbendiya berfireh di asta Kurdistana Rojhilat û Îranê de, bû rûbirûbûna li hemberî rejîma komara Îslamî kir.
Di dawiya vê civînê de, her du aliyan li ser hewcebûna alîkarî û guherînkariyên bîr nerîn û ramanên zêdetir di paşerojê de tekez kirin.
Şanda Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê, di vê civînê de pêkhatibû:
Sulêman Ebdulmecîd Uso, sekreterê Yekîtiya Kurdistanê li Sûriyê,
Mihemed Îsma`îl, cêhgirê sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê
Feyîsel Yûsif sekreterê Tevgera Çaksazî a Kurd li Sûriyê
Nê`imet Davûd sekreterê Partiya Wekhevî li Sûriyê
Fesle Yûsif, sekreterê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurdistanê li Sûriyê
Nevaf Reşîd, serokê nûneratiya Encûmena Nîştimanî a Kurd yê Sûriyê, li Herêma Kurdistanê
Cede`an Yûsif, endamê nûneratiya Encûmena Nîştimanî a Kurd yê Sûriyê, li Herêma Kurdistanê.