Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke “HDP” serdana nûneratiya Partiya Demokrat kir

18:18 - 9 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Demokrat a Gelan (HDP), serdana nûneratiya PDKÎ ya li bajarê Hewlêrê kir, û kiryara terorîstî ya rejîma Îranê şemezarkir.

Roja Sêşemî rêkefta 17`ê Rezbera 1397`an (9`ê Çiriya Pêşîn) şandeke “HDP” ku pêk hatibû ji  “Mozeyen Gûneş” û rêzdar “Abid Îke”, serdana nûneratiya PDKÎ ya li bajarê Hewlêrê kir, û ji aliyê heyeta nûneratiya hizbê bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî” nûnerê PDKÎ li Hewlêrê pêşwazî  ji wan hate kirin.

Di vê civînê de, şanda “HDP”; Tevî şermezarkirina  kiriyara terorîstî ya rejîma Îranê, ya derheq mûşekbaran binke û baregehên Partiya Demokrat, hevxemî û sersaxî derheq şehîdkirin û birîndarbûna desteyek ji xebatkarên Demokratê nîşan da.

Şandên du aliyan, tevî nirxandina rewşa siyasî ya deverê, û pîlanên dagîrkaran  yên li dijî neteweya Kurd de, qahîmkirina pêwendî û helwêstên di navbera hêzên Kurdistanê de , li dijî qetilkirinên sîstematîk ku ji aliyê neyarên Kurd ve li hemberî gelê me tên encam dan, bi hewce dane zanîn.

Di dawiya vê civînê de jî, “Mihemedsalih Qadirî” sapsî û pêzanîna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, derheq helwêsta eşkere ya “HDP” ya li hemberî vê kiryara terorîstî ya komara Îslamî, heriwsa nîgeranî û dilsoziya “HDP” derheq tevigera Kurdistana Rojhilat  de nîşan da.