Kurdistanmedia: Şandeke KNK serdana PDKÎ kir.
Roja Pêncşemî rêkevta 23`ê Reşemeh(14`ê Adara 2019`an), şandeke KNK bi serperestiya “Rêbwar Reşîd” hevserokê KNK serdana binkeya Desteya Kargêrî a PDKÎ kir, û ji aliyê heyeteke PDKÎ, bi serperestiya “Mihemed Nezîfqadirî” cêhigêrê duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ pêşwazî ji wan hate kirin.
Di vê civînê de, herdu alî, li ser guherînkariyên Kurdistanê civiyan, û hewcehiye ku, di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê de, yekdengî û yekbûna hebe.
Şanda KNK derheq xebat û dîroka niha ya PDKÎ axavt, û herwisa rola Hizba Demokrat, derheq pêk anîna yekdengî li Kurdistana Rojhelat û parastina berjewendiyên neteweyên din bilind nirxand.
Herwisa di vê civînê de, du aliyan tevî pêdagîrîkirina derheq axavtina serdemî ya di navbera hêz û aliyên siyasî li asta gihîştin bi gotareke hevpar kirin, û herwisa li ser bihêztir kirina pêwendiyên du aliyan pêdagîrî kirin.