Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke KNK`ê sedana ofîsa nûneratiya PDKÎ li Hewlêrê kir

11:39 - 12 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Şandeke KNK`ê serdana ofîsa nûneratiya PDKÎ li bajarê Hewlêrê kir.

Roja Pêncşemiyê 19`ê Rezberê şandeke KNK`ê bi serperestiya Şukrullah Hemedemîn serdana ofîsa Nûneratiya PDKÎ li bajarê Hewlêrê kir, û ji aliyê heyeteke ofîsa Nûneratiyê û rêberatiya PDKÎ bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî ve pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê hevdîtinê de şanda KNK`ê tevî sersaxîkirin û hevxemî nîşandana derheq şehîd û birîndarên di encama kiryarên terorîstî ên rejîma Îranê, hevdem mûşekbaran û kiryarên cinayetkarane ên rejîmê, derheq PDKÎ û tevgera Rojhilata Kurdistanê şermezar kir.  

Şanda herdu aliyan, bi liberçavgirtina metirsiyên li pêşberî tevgera Kurd û pîlana hevpar ya neyaran di vê qonaxa hestiyar de, pêdagirî li ser bihêzkirina tebahiyê û yekrêziyê di navbera aliyên siyasî û cemawerê Kurdistanê de kirin, û amadeyiya xwe bona pêwnendiyên berdewam û hevahengiya zêdetir ya di piraktîkê de, di warên cuda de nîşan dan.