
Kurdistanmedia: Şandeke lêjneya navxwe ya Asayişa Parlemantoya Kurdistanê serdana binkeya Desteya kargêrî ya PDKÎ kir.
Roja Duşemiyê 19`ê Xermanana 1397`an, şandeke lêjneya navxwe ya Asayişa Parlemantoya Kurdistanê bi serperestiya Eyob Ebdullah serokê Lêjneya Asayişa Parlemantoya Kurdistanê, serdana Desteya Kargêrî ya PDKÎ kir.
Şanda lêjneyê ji aliyê Mistefa Hicrî Lêpirsyarê Giştî ê PDKÎ û şanda digel de hate pêşwazîkirin.
Di vê civînê de lêjneyê tevî eşkerekirina hevxemiya xwe digelî PDKÎ derheq şehîdbûna kadr û pêşmergeyan, pêdagirî li ser vê kir, ku nabe tu welatek serweriya Herêma Kurdistanê binpê bike.
Herweha şanda hizbê spasiya hevxemî û hevsoziya parlementoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hizb û rêkxirawên herêmî û xelkê Başûra Kurdistanê kir.