Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Partiya Azad a Kurdistana Bakûr serdana ofîsa nûneratiya PDKÎ kir

19:37 - 3 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Azad a Kurdistana Bakûr serdana ofîsa PDKÎ ya li “Paris”ê kir, û ji aliyê Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ pêşwazî ji wan hate kirin.

Roja Şemî rêkevta 13`ê Rêbendana 1397`an (2`ê Şobata 2019`an) şandeke Partiya Azad a Kurdistana Bakûr, bi serperestiya  “Mistefa Ozçelîk” serokê vê Partiyî serdana Ofîsa PDKÎ, ya li bajarê “Paris”ê kir, û ji aliyê heyeteke PDKÎ, bi serperestiya “Mistefa Hicrî” Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ pêşwazî  ji wan hate kirin

Her di vê serdanê de, derheq mijarên rojevê yên Kurdistan bi giştî, û herwisa Kurdistana Bakûr û Rojhilat axavtin kirin.

Serokê Partiya Azada Kurdistana Bakûr, derheq hilbijartinên Kurdistana Bakûr û corên beşdarîkirina  Partiyan, rênivînî kir.

Herwisa Lêpirsyarê giştî yê PDKÎ,derheq çalakiyên PDKÎ û rewşa niha ya Îran, û  bitaybet Kurdistana Rojhilat bo şanda mêhvan bas kir.

Mistefa Hicrî di nav axavtina xwe de, bas ji destkevtên siyasî yên  piştî kongereya 16`an, û herwisa hevkariya partiyên Kurdistana Rojhilat kir.

Di dawiyî de jî, her du aliyan derheq qahîmtir kirina yekîtiya di navbera aliyên Kurdistanê de pêdagîrî kirin, û hêviya serkevtinê bo yektir xastin.