Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Partiya Demokrat serdana bera Tirkemenê Îraqê kir

17:22 - 24 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ serdana bera Tirkemenên Îraqê li bajarê Hewlêrê kir.

Roja Sêşemî 4`ê Banemerê (24`ê Nîsanê) şandeke Partiya Demokrat bi boneya 24.mîn salroja avakirina beraTirkemenên Îraqê, bi serperestiya Mihemedsalih Qadirî berpirsên pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê, serdana bera Tirkemenê Îraqê kir.

Di vê serdanê de, şanda Partiya Demokrat bi boneya 24.mîn salroja avakirina bera Tirkemenê Îraqê, pîrozbahiyên Partiya Demokrat gihandin van.

Di vê serdanê de, şanda PDKÎ ji aliyê Aydîn Me`irûf serokê bera Tirkemen pêşwazî ji van hate kirin, û di vê hevdîtinê de, du aliyan li ser berdewambûna pêwendiyên di navbera van de tekez kirin.