Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serdana Partiya Komonîsta Îranê kir.
Roja Yekşemî 12`ê Cozerdana 1398`an, şandeke Partiya Demokrat, bi serperestiya Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, serdana Partyia Komonîsta Îranê kir, ku ji aliyê Seyîd Îbrahîm Elîzade, berprisê yekem û hejmareke li endamên rêberatiya vê partiyê pêşwazî ji van hate kirin.
Di vê civînê de, Îbrahîm Elîzade, bîr û ramanên xwe derheq rewşa siyasî a Îran û tevgera azadîxwaz a gelên Îran û xebat û têkoşîna hemû tex û qadên Îranê, bi taybet piştî Beframbara 1396`an, û karta baykutên siyasî û aborî yên Amerîka û Hevalbendan li dijî sîstema aboriya rejîmê nîşan da.
Herwisa navbirî got: Em derheq guherînakiriyeke bingehîn û derbazbûn li siyasetên rejîma Îranê, tenê rîçara me girîngî pêdan bi xebata cemawerî û tevgerên cemawerîne û herwisa amadebûna xwe bo alîkarîkirin li asta seranserê Kurdistanê nîşan da.
Piştire Mistefa Hicrî, tevî îşarekirin bi veşartîbûna bandora baykutên Amerîkayê, lidijî rewşa aloz ya siyasî û aboriya Îranê bas ji vê kir: Rêberên rejîmê tu rêçareyek bo van nemaye xeynî teslîmbûn û xwe çemandin li hemberî siyastên dijî mirovî yên rejîmê de, got: Hatina komên xelkê li meydanan bo rizgarbûn ji bindestê vê rejîma kevnepereset e.
Lêpirsyarê giştî yên Hizbê, herwisa îşare bi vê yekê kir ku, hewl û hêza hizbê bo xebata lidjî rejîm, alîkar û bihevre xebatkirina gel û aliyên siyasî yên Îranê kir û got: Tev aliyên siyasî daxwaz dikim da ku, alîkariya me bidin li ser bingeha xalên hevpar hûrtir bin û bo hemû erkekê di piroseyên siyasî de, rola xwe bilîzin û nîşan bidin ku, gelê Kurd û tevgera rewa ya vê di vê piroseyê de, bandordar e.
Di dawiyê de jî, herdu aliyan, li ser bihevre karkirin û alîkarîdan û hevahengîkirina digel yektir, bi armanca poçkirina pîlanên rejîmê û hewlên terorîstî yên vê rejîmê tekez kirin.