Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Partiya Demokrat serdana “Partiya Şiyû`î ya Kurdistanê” kir

12:18 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ di rêûresma salroja avakirina “Partiya Şiyû`î ya Kurdistanê”, û herwiha salroja bîranîna koça dawiyê ya “Ezîz Mihemed” de beşdarî kir.

Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, rêkevta 9`ê Pûşpera 1397`an, şandeke PDKÎ bi serperestiya “Teymûr Mistefayî” endamê Navenda Siyasî, di rêûresma 25.mîn salroja avakirina “Partiya Şiyû`î ya Kurdistanê” û herwisa salroja mirina “Ezîz Mihemed” sekreterê berê yê “Partiya Şiyû`î ya Kurdistanê” li Hewlêre beşdarî kir.

Di vê rêûresmê de, peyama “Partiya Şiyû`î ya Kurdistanê” ji aliyê sekreterê giştî yê vê partiyê rêzdar “Kawe Mehmûd” ve hate pêşkêşkirin, ku tê de bas ji xebat û têkoşîna partiya van hatibû kirin; Herwiha rola “Ezîz Mihemed” têkoşerê navûdeng yê Kurd di dîroka vê partiyê de, bibandor da zanîn.

Di beşeke din ya vê rêûresmê de, tevî îşare kirin bi peyama PDKÎ ji bo vê rêûresmê çendîn beşên din jî hatine pêşkêşkirin.