Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke Partiyên Rojavaya Kurdistanê serdana Partiya Demokrat kir

13:51 - 16 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Şandek ku pêkhatibû li nûnerên hejmarek partiyên Kurd li Rojavaya Kurdistanê, serdana PDKÎ kirin.

Roja Şemî 15`ê Hezîrana 2019`an, şandek ku pêk hatibû li hejmareke nûnerên Partiyên Kurd li Rojavaya Kurdistanê, bi serperestiya Şahoz Hesen Hevserkê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)ê serdana PDKÎ kir, û ji aliyê heyeteke PDKÎ bi serperestiya Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Giştî yê Partyia Demokrat, pêşwazî ji van hate kirin.

Di vê hevdîtinê de, Partiyên Rojavaya Kurdistan û heyeta Partiya Demokrat, li ser mijarên girêdaiy  pirsa Kurd gengeşe lidar xistin.

Di destpêka vê civînê de, Şahoz Hesen, tevî nîşandana keyfxweşiya xwe derheq vê hevdîtinê de, spas û pêzanîna xwe, derheq pêşwaziya germ ya Partiya Demokrat nîşan da.

Piştire navbirî axavtinek derheq serkevtinên Kurd di Başûr û Rojavayê Kurdistanê, di şerê li dijî teror û herwisa piroseya siyasî ya li Bakûrê Kurdistanê pêşkêş kir, û herwisa di berdewamiya axavtina xwe de, îşare bi gefxwarinên welatên dagîrkar ên Kurdistanê bo ser neteweya Kurd bi giştî kir û wisa texmîn kir ku, guherînkariyên li Îranê dikare derfeteke baş bo tevgera Kurd di vê parçeyê de bilîze.

Şahoz Hesen tekez jî kir ku, rewşa niha li deverê, bi giştî û Kurdistan bitaybet, û ev dixwazin ku partî û saziyên li her çar parçên Kurdsitanê bi yekbûn û yekîtiya neteweyên bihêz, li hemberî gefan bisekinin.

Piştre Mistefa Hicrî, Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, serkevtinên Kurd di Rojava û Başûrê Kurdistanê de, bitaybet li şerê li dijî terorê, bilind nirxand, û navbirî tekez jî kir ku, heweceye xalên lawaz û kêmasiyên Kurd nas bikin, û herwisa ragihand ku: Nabe rê bidin da ku neyarên me, bi mifah vergirtin ji aloziyên di navbera aliyên Kurd de,  dualîtî û jihev veqetiyanê bixin nav rêzên me.

Di berdewamiya vê civînê de, nûnerên her yek ji aliyên din yên Kurd, nerînên xwe derheq vê mijarê de bas kirin.

Di dawiyê de jî, her du aliyan, derheq berdewambûna alîkarî û yek helwêstbûnê tekezkirin û herwisa derheq hewcehiya berdewambûna civînan bi armanca ji yekitir têgiheştina zêdetir, di navbera aliyên Rojavaya Kurdistan û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê tekezkirin.

Şandên aliyên Rojavaya Kurdistanê ku di vê civînê de amadebûn wiha ne:

Şahoz Hesen Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

Cemal Şêxbaqî, serokê Partyia Demokrat a Kurd li Sûriyê

Mihemed Mûsa sekreterê Partiya Çep a Sûriyê

Mistefa Meşayêx Cêhgirê Serokê Partiya Yekîtiya Demokrat

Fetullah Husêynî nûnerê Partiya Çep a Sûriyê li Başûrê Kurdistanê

Heval Hûşeng nûnerê Mecilsa Rojava

Sulêman Ereb nûnerê “PYD”ê, li Başûrê Kurdistanê

Cîhan Xelîl nûnera kongireya Star li Başûrê Kurdistanê