Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ beşdarê Kongireya “Partiya Şû`î ya Kurdistanê” kir

11:47 - 28 Çirriya pêşîn 2021

Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê beşdarî li Kongireya Partiya Şû`î ya Kurdistanê li bajarê Hewlêrê kir.

Roja Çarşemî 27`ê Çiriya Pêşîn a 2021`an (7`ê Xezelwerê) li ser bangêja fermî ya Partiya Şû`î ya Kurdistanê, şandeke PDKÎ bi berpirsayetiya Cihgirê Duyem ê Lêpirsiyarê Giştî yê PDKÎ, “Mihemednezîf Qadirî” beşdarî li rêûresma heftemîn Kongireya Partiya Şû`î ya Kurdistanê di Hewlêrê de kir.

Şanda Partiya Demokrat ji aliyê endamên Rêberatî û Sekreterê Partiya Şû`î ve pêşewazî ji wan hate kirin.

Şanda Partiya Demokrat bi vê hilkeftê, peyama pîrozbahiya PDKÎ pêşkêş rêberatiya Partiya Şû`î ya Kurdistanê kir.