Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di çileya taziya “Ebduhemîd Derwêş” de amade bû

12:59 - 1 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ di çileya taziya “Ebdulhemîd Derwêş”, siyasetmedar û tekoşerê naskirî yê Rojavayê Kurdistanê de amade bû.

Roja Şemî 9`ê Sermaweza 1398 (30`ê Çirriya Paşîna 2019`an), rêûresma çileya taziya “Ebdulhemîd Derwêş”, kasayetiyekî naskirî û xebatkarekî dêrîn ê Rojavayê Kurdistanê û avaker û serkirdeyê Partiya Demokratîk a Pêşveroya Kurd li Sûriyê, li salona Tewar a bajarê Silêmaniyê bi amadebûna sedan kes li xelk û nûnerên Part û aliyên siyasî yên parên din ên kurdistanê birêveçû.

Şandeke PDKÎ bi serpereştiya “Rostem Cehangîrî”, berpirsê Dezgeha Çavdêrî a PDKÎ di vê rêûresmê de amade bû.

Di destpêka vê rêûresmê de, bi xulek bêdengî ji bo rêzgirtin li canê paqij ê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê hate ragihandin.

Piştî hilgirtina çil mûm ji aliyê mêvanan ve bi nîşaneya çihelemîn roja koça dawî ya “Ebdulhemîd Derwêş”, “Elî Şemdîn”, endamê Mekteba Siyasî a Partiya Demokratîk a Pêşveroya Kurd li Sûriyê, peyamek bi vê hilkeftê pêşkêş kir.

Herwisa peyama malbata “Ebdulhemîd Derwêş” ji aliyê “Kanîwar Derwêş”, endamê malbta xwedêjêrazî ve, cuda hate xwendin.

Di pareke din de, kurte fîlmeke dêkomêntarî li ser jiyan û xebata wî xebatkarê dêrîn hate belavkirin.

Herwisa di vê rêûresmê de, peyama çend Part û aliyên siyasî bi vê hilkeftê hate pêşkêşkirin.

Şanda Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî, bi hilkefta çihelemîn taziya wî tekoşerê dêrîn, peyama serxoşiyê bi navê Dezgeha Pêwendiyên Hizbê pêşkêş kir