
Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ di semînarekê de ku ji aliyê enistîtoya “MERI” ve birêveçû, amade bû û di vê semînarê de, rejîma Îranê bi berfirehkirina siyaseta şerxwazane û piştevanîkirin li milîşan, şermezar kir.
Roja Sêşemî 14`ê Xezelêwerê, li ser bangeşeya Enistîtoya Lêkolîner ya Rojhilata Navîn (MERI), şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi serpereştiya “Mihemed Nezîf Qadirî”, Cihgirê Duhem yê Lêprsyarê Giştî û Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê PDKÎ, li semînara “MÊRΔ di bajarê Hewlêrê de amade bûn.
Di destpêkê de ji aliyê hey`eta birêveberî ya semînarê bixêrhatin ji amadebûyan kir û xulek bêdeng bo rêzgirtin li canê paqij ê şehîdan sekînandin.
Piştre Pirofesor “Dilawer Ela`idîn” Berpirsê MÊRÎ, peyamek li ser bûyerên siyasî yên Rohilata Navîn pêşkêş Kir.
“Ela`idîn” di peyama xwe de îşare bi xwenîşanderên Îraq û bajarên din kir û got, eve encama kombûna nerizayetiyên hemû xelk û seqetiya hikûmet li lidar xistina erkên xwe, nebûna xizmetguzarî, çaresernekirina betalî, berfirehbûna gendelî û birêvenebirina bingeha destûr ya Îraqa Fîdral û dûrxistana pêkhateyan ne.
Di vê pêwendiyê de navbirî îşare bi rewşa aramî ya herêma Kurdistanê û pirojeya xizmetguzarî ya kabîneya nehim kir ku bo çaksaziya zêde cihê hêviyê ye.
Hevdem îşare bi rewşa Lubnanê û armanca xwenîşanderan kir, û her di vê pêwerndiyê de, basa rewşa aloz ya Sûriyê û êrîşa artêşa Tirkiyê û avarebûna gelî Kurd li Rojavayê Kurdistanê kir.
Di vê parê de, navbirî di basa xwe de îşare bi dewra bandordarî ya jin û keçên Kurd li berevanî, serkirdayetîkirin, birêvebirin û fermandeyî ya şeran de kir û ragihand: “Cihê şanaziyê ye bo gelê Kurd ku jin wiha di piroseyeya siyasî de rol dilîzin.
Di panêlek din de, bi eşkere bas li mudaxilekirina rejîma Îranê li Rojhilata Navîn û binpêkirina serweriya Îraq û welatên Rojhilata Navîn kir.
Di vê semînarê de, xala ku zêde cihê rexna amadebûyên semînarê bû, tawankariyên artêşa Tirkiyê û bêdengiya civatgeha navdewletî û siyaseta şaş ya “Dunald Tiramp”, serkomarê Amerîkayê bû ku rê xweşker bû bo êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê.
Di vê semînarê de, “Mihemed Nezîf Qadirî”, amadeyê mijara sebeba berfirehbûna şeran bû.
“Mihemed Nezîf Qadirî” siyaseta haşayîkirin ya dewletên deverê li şunas û mafê pêkhateyên neteweyî û olî, gendelî dest bi dest nekirina desthilatê, derfet neafirandin bo damezravên siyasî û medenî, nebûna derfeta kar bû ciwanan û nebûna pirojeyên xizmetguzarî, sedemên alozbûna deverê nav bir.
Şanda PDKÎ di vê semînarê de, digel dehan kes li kesanên Ereb û bîhanî, nûnerên siyasî û dîplomatan di Îraq û herêma Kurdistanê de, çavpêketin kir.
Şanda PDKÎ di vê dîdarê de, amadebûna wan li rewşa siyasî ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê û siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê agehdar kirine.
Di vê semînarê de, hey`eteke komara Îslamî ya Îranê jî amade bûn, û di panêlekê de tevî baskirina komek basên bê bingeh, li hember rexneyên endamên şanda Ereban ku bi awayekî tun rejîma Îranê û çekdarên wan bi sedema sereke ya aloziyên Rojhilata Navîn di deverê de kir, bi bê şermî ve got: “Em li ser daxwaza hikûmetên deverê hatine û li hember DAÎŞê û girûpên din me alîkarî kiriye”.
Tevî ew çewtekariyên şanda rejîmê, rewşa heyî bi ser semînarê de, şermezarkirina rejîma Îranê û hikûmeta Tirkiyê bû û axavtinên wan wekî hêcet anîn bo derbasbûn li tawanên xwe bas jê hate kirin.