Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di merasima salroja koça dawiyî a Mela Mistefa Barzanî de, beşdarî kir

13:06 - 11 Adar 2019

Kurdistanmedia: Şandeke komîteya PDKÎ, ya li bajarê “Copenhagen”a Almaniyayî, di merasima 40.mîn salroja  koça dawiyî ya Mela Mistefa Barzanî de beşdarî kir.

Roja Yekşemî rêkefta 19`ê Reşemehê(10`ê Adara 2019`an), şandeke Komîteya PDKÎ ku, bi awayî fermî ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li bajarê “Copenhagen” a paytexa “Almaniyayî” hatibû gazîkirin, di merasima 40.mîn salroja  koça dawiyî a “Mela Mistefa Barzanî” de, beşdarî kir.

Ew rêûresma bi xwendina sirûda neteweyî ya “Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bê dengî bo rêzgirtin ji canê paqij yê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir, û piştre ji aliyê Komîteya Partiya Demokrat a Kurdistanê, pêşwazî ji wan hatekirin.

Piştire çend payamên Partî û Saziyên Kurdistanê, bi wê boneyê hatine pêşkêşkirin, û piştire “Hetem Cehangîrî” bi nûneratiya PDKÎ ya li Danmarkê, peyamek pêşkêş kir.