
Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ di merasim sersaxiyê ya xwedêjêrazî “Adil Murad” de beşdarî kir.
Roja Înê 4`ê Cozerdana 1397`an şandeke PDKÎ bi serperesetiya “Mihemedenezîf Qadirî” endamê Desteya Kargêrî a Hizba Demokrat, di rêûresma sersaxiyê ya “Adil Murad” sekreterê “Encumena Navendî a Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistan”ê di bajarê Sulêmaniyê de beşdarî kir.
Şanda PDKÎ sersaxî û hevxemiya xwe ji malbata rêzdar a xwedêjêrazî, û endamên Mekteba Siyasî û Encumena Navendî ya YNK`ê re ragehand.