Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di merasima sersaxiyî ya “Selah Se`îd Qezaz” de beşdarî kir

13:18 - 11 Adar 2019

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, di merasima sersaxiyî ya xebatkarê berê yê Kurd, “Selah Se`îd Qezaz” yê, naskirî bi “Selah Çavşîn” de, beşdarî kir.

Roja Yekşemî 19`ê Reşemeh(10`ê Adar)`ê Şandeke PDKÎ bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî” cêhgerê duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, û berpirsê Dezgeha Pêwendiyên Giştî a Hizbê, di merasima sersaxiyî ya xebatkarê berê yê Kurd  yê bi navê “Selah Se`îd Qezaz” ê naskirî bi “Selah Çavşîn”, li bajarê Silêmaniyê, beşdarî kir.

“Selah Çavşîn” heya sala 2018`an Sekreterê Civata Tevgera Goran bû.

Şanda PDKÎ, di vê merasimê de, peyama hevxemiya PDKÎ, ji malbata xwedêjêrazî, û hevalên berê yê Yekîtiya Nîştiman a Kurdistan, û Civata Tevgera Goran re, gihandin, Şanda Hizbê ji aliyê malbata xwedêjêrazî û Tevgera Goran, bi germî pêşwazî ji wan hate kirin.