Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di merasma sersaxiyî ya “MîrTehsîn Beg” de beşdarî kir

17:02 - 7 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî” cêhgerê duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, di merasima sarsaxiyî ya “MîrTehsîn Beg” de, beşdarî kir.

Roja Çarşemî 17`ê Rêbendanê, şandeke PDKÎ di merasima sersaxiyî ya “MîrTehsîn Beg” Êzidî de, beşdarî kir.

Bi boneya koça dawiyî ya“Mîr Tehsîn Sa`îd Alîbeg” ê Êzidî yê,ku mîrê hemû êzidîyên Kurdistan û Cîhanê bû, şandeke PDKÎ, bi serperestiya “Mihemednezîf Qadirî” cêhigerê duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, ji bexşa “Şêxan”ê sersaxiya “Mîr Tehsîn Beg” de,  beşdarî kir.

Şanda PDKÎ sersaxiyaxwebimalbata“Baba şêx” serokêcivatamelayêêzidîyan û xwehevparêxema wan dazanîn.

Şanda PDKÎ, bi boneya mirina Mîrê Êzidiyan, peyama hevxemiya PDKÎ, gihandine malbata xwedêjêrazî, û “Baba Şêx” serokê Civata Ruhaniyên  Êzidiyan.

Şanda Hizbê ji aliyê malbata “Mîr Tehsîn Beg” û Civata Ruhaniyên Êzidiyan, bi germî pêşwazî ji wan hate kirin.