Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ di rêûresma Kîmyabarana Helebçeyê de beşdarî kir

11:31 - 17 Adar 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ, di rêûresma rêzigirtin li 31.mîn salroja Kîmyabarana Helebçeya şehîd de, beşdarî kir.

Li ser daxwaza fermî a Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêkevta 25`ê Reşemeha 1397`an, şandeke PDKÎ, bi serperestiya “Fo`ad Xakîbêygî”, endamê Desteya Kargêrî yê PDKÎ, digel “Îsma`îl Rehmanî” nûnerê PDKÎ li bajarê Sulêmaniyê, di rêûresma rêzigirtin li 31.mîn salroja Kîmyabarana Helebçeya şehîd, li parêzgeha Helebçeyê de beşdarî kir.

Şanda PDKÎ bo rêzgirtin ji riha pak ya şehîdên Helebçeya şehîd, di destpêkê de, serdana monomênta şehîdan kir, û piştre li salona rêûresmên bajarê Helebçeyê de, beşdariya rêûresma bîranînê van şehîdan kir.

Her di vê rêûresmê de, nûnerê Hikûmeta Îraq, Herêma Kurdistan, Amerîka û welatên Ewropayî, beşdarbûn, û di çendîn beşên coda yên din jî, bi xwîndina peyamên Hikûmeta Îraq a Federal û Herêma Kurdistanê, rêz ji salroja bîranîna vê karesata cergibir hate girtin.

Herwisa di vê rêûresimê de, îşare bi peyama hevderdî û sersaxya PDKÎ hate kirin, û di dawiyî de, şanda PDKÎ bi amadebûna Wezîrê Şehîdên Hikûmeta Herêma Kurdistan, Parêzgar û cihgêrê parzgarê Helebçeyê, di pirotokoleke fermî de, tanceke golan a PDKÎ, li ser qebirên şehîdan hate danîn.