Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ li 85.mîn salroja avakirina Partiya Şiyû`î beşdarî kir

19:10 - 1 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke komîteya PDKÎ, li “Stockholm” di rêûresima avakirina 85.mîn salroja Partiya Şiyû`î a Kurdistan û Partiya Şiyû`î a Îraqê de, beşdarî kir.

Roja Yekşemî 11`ê Xakelêweya 1398`an (31`ê Adara 2019`an), şandeke komîteya PDKÎ, li bajarê “Stockholm”, li 85.mîn salroja avakirina Partiya Şiyû`î a Kurdistan û Partiya Şiyû`î a Îraqê beşdarî kir.

Di wê rêûresma mezin de, endam û alîgirên her du Partiyan, nûnerên Partî û saziyên siyasî, li Kurdistan û Îraqê jî, beşdar bûn.

Şanda komîteya PDKÎ, li bajarê “Stockholm” li ser daxwaza fermî a Partiya Şiyû`î a Îraqê, bi serperestiya “Ênayet Deştî” di wê rêûresmê de beşdarî kir.

Ew rêûresm,  bi ragirtina bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji canê pak yê şehîdên Kurdistan û Îraqê destpêkir.

Piştire peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin û nûnerê PDKÎ jî peyama pîrozbahiyê ya PDKÎ pêşkêş kir. 

Herwisa di wê rêûresmê de, bi merema rêzgiritin ji xebata endamên berê yên Partiya Şiyû`î di qonaxên dijwar yên şoreşê de, ji aliyê birêveber û berpirsên Partiya Şiyû`î li welatê “Sweden” hatin xelatkirin.

Ew rêûresim bi xwindina çend sirûd û helbestan dawî pê hat.