Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ li 85.mîn salroja avakirina Partiya Şiyû`î beşdarî kir

14:02 - 8 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke komîteya PDKÎ, li bajarê ”Linköpingê” di rêûresima avakirina 85.mîn salroja Partiya Şiyû`î a Kurdistan û Partiya Şiyû`î a Îraqê de, beşdarî kir.

Roja Şemî 17`ê Xakelêwey(6`ê Nîsan)`ê, şandeke komîteya PDKÎ, bi serperestiya ”Hetem Eylasî” li bajarê ”Linköpingê” a welatê ”Sweden”ê, di 85.mîn salroja avakirina Partiya Şiyû`î a Kurdistan û Partiya Şiyû`î a Îraqê de, beşdarî kir.

Piştire komîteya PDKÎ peyama pîrozbahiyê ya PDKÎ pêşkêş bi amadebûiyên vê merasimê kir, û herwisa bas ji dostatiya dîrokî a PDKÎ û Partiya Şiyû`î kir, û li ser berdewambûna vê dostatiya di navbera herdu Partiyan de pêdagîrî kirin.

Cihê basêye ku, berpirsên Partiya Şiyû`î, derheq xwendina peyama pîrozbahiyê a PDKÎ, keyfxweşiya xwe bo şanda PDKÎ nîşan dan.

Di wê rêûresmê de, nûnerên çendîn Partî, aliyên Kurdistan û Îraqê amade bûn.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Komîteya bajarê ”Linköpingê”