Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ li merasima salroja kîmyabarana “Helebceyê” beşdarî kir

18:10 - 17 Adar 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ li welatê “Swedish”, li merasima 31.mîn salroja bîranîna karesata “Helebceyê”, li bajarê “Stockholm” a wî welatî beşdarî kir.

Roja Şemî 25`ê Reşemeh(16`ê Adara 2019`an) bi pêşengiya Federasiyona Komeleya Kurdistanê, li welatê“Swedish” li Dêra “Adolf Fredrik”ê, merasimek bo bîranîna salroja karesata Helebceyê hate lidarxistin.

Di wê rêûresimê de, piraniya nûnerên Partiyên “Swedishê” û çendîn parlemanter, û kesayetiyên siyasî û Partiyên Kurdistanê beşdarî kirin.

Şanda PDKÎ bi nûneratiya komîteya Hizba Demokrat li welatê,” Swedish” ku pêk hatibû li “Mewlod Ebdîlzade” berpirsê Komîteya PDKÎ li welatê “Swedish” digel “Çiya Eliyar” di wê rêûresimê de, başdarî kirin.

Di wê rêûresmê de, Parlemanterên “Swedish”, û nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û berpirsê Federasiyona Komeleya Kurdistan û komîteya Havkariyê ya Hêzên Siyasêî yên Kurd û Kurdistanê, gotarek hate pêşkêş kirin.

Beşdaran tevî bilindragirtina bîranîna salroja şehîdên wê karesatê û hevdem ev cinayeta ku derheqê gelê Kurd hatiye encam dan, şermezarkirin.

Ev rêûresima, bi gotina çend stranên Kurdî, ji aliyê hûnermendên Kurd ve, dawî pê hat.