Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ li merasima salroja şehîdên 12`ê Adarê beşdarî kir

12:41 - 14 Adar 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ li welatê “Austria”, li mersima salroja bîranîna şehîdên 12`ê Adarê beşdarî kir.

li gorî rapora ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Sêşeme 21`ê Reşemeh(12`ê Adar)ê, şandeke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê “Viyana” ê bi serperestiya “Erselan Cewdet”, li mersima salroja bîranîna (12`ê Adara 2004`an) beşdarî kir.

Encûmena Nîştimanî a Kurd li Sûriyê, rêûresimek bi boneya 15.mîn salroja şehîdên serhildana Qamîşlûyî, li bajarê “Viyana” a welatê “Austria” pêk anîbû, û PDKÎ bo beşdarîkirin di vê rêûresmê de bi awayekî fermî gazîkirbû.

Di wê rêûresmê de, “Erselan Cewdet” wekî nûnerê PDKÎ tevî bilindragirtina salroja bîranîna şehîdên Kurdistanê, û bi taybet şehîdên 12`ê Adarê,ya li bajarê Qamîşlûyî, û herwisa li ser piştgiriya Hizba Demokrat li xebata rewa di hemû parçeyên Kurdistanê, pêdagîrî kir.

Cihê basêye ku ”roja 12`ê Adara 2004`an, hêzên Sûriyê bi armanca kuştina temaşevanên lîstika topa pê, li bajarê Qamişlûyê, ew dane ber gulleyan û di encamê de jî, 34 kes hatin şehîdkirin, û zêdeyî 200 kes jî, hatibûne birîndarkirin, û piştî wê karesatê, zêdey 500 Kurdên wî welatî, ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê hatinbûne desteserkirin.