Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ li rêûresma bi axê spartina serokê Kurdistana Sor başdarî kir

12:11 - 11 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ di rêûresma bi axê spartina serokê Kurdistana Sor li Hewlêr beşdarî kir.

Roja Înê 10`ê Gulana 2019`an, şandeke PDKÎ bi serperestiya Mihemedsalih Qaidrî berpirsê pêwendiyên Kurdistanî yên PDKÎ li Hewlêrê, di rêûresma bi axê spartina Wekîl Mûstefayow serokê Kurdistana Sor ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibû lidarxistin beşdarî kir.

Şanda PDKÎ di vê rêûresmê de, peyama hevxemî û sersaxiyê ya PDKÎ ji malbat û nûnerê Federasyona navnetewey ya komelên Kurd li welatên Sovyeta berê re ragehand.

 

Rêûresma pêşwazîkirin li termê Wekîl Mûstefayow serokê Kurdistana Sor, li salona Se`id Ebdula li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hate lidarxistin.

Herwisa di vê rêûresmê de, peyama serokatiya Herêma Kurdistan, Hikûmeta Herêm, Parlemana Kurdistanê, Federasyona Kurdên welatên Sovyeta berê û malbata Mistefayow hatine pêşkêşkirin, û piştire termê  Mistefa di nav tabota fermî de, bi axa pîroz ya Kurdistanê hate spartin.