
Şanda PDKÎ bi serpereştiya Cihgirê Duyem yê Lêpirsyarê Giştî yê PDKÎ, “Mihemednezîf Qadirî” di rêûresma sersaxiyê ya sekreterê berê yê Partiya Şû’î ya Kurdistanê “Kerîm Ehmed” li bajarê Hewlêrê beşdarî kir.
Şanda PDKÎ peyama sersaxiyê ya PDKÎ, ji rêberatiya Partiya Şû`î re ragihand.
“Kerîm Ehmed”, sekreterê berê yê Partiya Şû’î yê Îraq û Kurdistanê bû û li temenê 100 saliyê de koça dawiyê kir, û nêzî 80 salan ji temenê xwe li xizmetkirin bi tevgera çep û rizgarîxwaza nîştimaniya Îraqê û Başûrê Kurdistanê derbas kir.
“Kerîm Ehmed”, kesayetiyekî xwedî pêgeh û xuya li warê siyasî û dostê nêzîk ê PDKÎ û tevgera rizgarîxwaza Rojhilatê Kurdistanê bû.