Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şandeke PDKÎ li semînara Dr. Salar Osman beşdarî kir

18:02 - 1 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Şandeke PDKÎ li semînara Dr. Salar Osman li welatê ”Swiss” beşdarî kir.

Roja Yekşemî rêkevta 11`ê Xakelêweyê şandeke PDKÎ bi serperestiya Enver Berdiyan li semînara ku bo Dr. Salar Osman nûnerê Wezareta Rewşenbîrî a hikûmeta Herêma Kurdistanê hatibo lidarxistin beşdarî kir.

Semînar bi ragritna bîstek bêdengî bo rêzgirtin ji riha pak a şehîdên Kurdistanê destpê kir, û piştre Dr. Salar Osman gotarek derheq pirs û rewşa Kurdistanê bi giştî, û bi taybet Herêma Kurdistanê pêşkêşî beşdaran kir.

Navbirî di berdewamiya axavtina xwe de, îşare bi rewşa Kurd li Başûrê Kurdistanê kir û got: Xelkê Kurd li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di heyama sala derbazbûyî de, gellek kirîz û rojên nexweş derbazkirine.

Navbirî di beşeke din a axavtinên xwe de, rola nigatîv û herifîna rejîma Kormara Îslamî a Îranê, li dema referandom û piştî referandomê bo  amadebûiyan şirove kir.

Piştî axavtinên navbirî beşek ji beşdaran raman û nêrîn  û rexneyên xwe bas kirin.